Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -EBNA-Mamoste Mihemed Emîn Resûlî,di vê civîna serhêl de, mamosteyê zanistên olî yê Sunnî her wiha tekez li ser pêwîstiya parastina axên Îslamî kir, destnîşan kir ku rewşa li Xezzeyê pir xirab e, û got: "Divê alimên Îslamî jî ji bo parastina gelê bindest ê Filistînê fetwayên cîhadê bidin."
Wî her wiha got: Piştgiriya gelê Filistînê erkê hemû misilmanan e, û Xwedê di Qu’rana Pîroz de tekezî li ser alîkariya misilmanan kiriye. Divê misilmanên li çar aliyê cîhanê piştgiriyê bidin misilmanên Xezzeyê û Filistînê da ku ew jî di nav rehma Xwedê de cih bigirin.
Vî alimê Sunî bi tekez kirina li ser vê yekê dawî li axaftina xwe anî: Cihûtî dijminê herî xirab ê Îslamê ye, û piştgirînedana xelkê Xezze û Filistînê dê me ji derketina li ber Resûlê Xwedê (s.x.a) di Roja Qiyametê de asteng bike.
Your Comment